43
TU JÎN Î
Tu Jîn û Jîyan î
Tu Ruh û Gîyan î
Ev jîn bê te nabe
Tu dem û beyan î…
Hem roj hem jî şev î
Dil ,çav, guh û dev î
Bê te ne ti tiştên
Rêl, robar û zevî
Hem werz hem jî sal î
Reng didî çar alî
Bê te em mirîne
Tu sirûd û al î
Tu agir û ar î
Te rakir tev tarî
Ronahîya dilan
Hem îsal hem par î
Derya, av û çem î
Mekan, wext û dem î
Serwerî bo tevan
Birîn, jan û xem î
Destan û çîrok î
Helwest û dîrok î
Bi te em tim hene
Tu wek hîv û rok î